CENEVRE - Di civîna Mafê Mirovan a NY’ê de Komîserê Bilind Zeid Al Hussein Tirkiye bi zimanekî tund rexne kir û wiha got: “Enqere hêjî destûr nade em biçin bajarên kurdan û fikarên me yên derbarê binpêkirinên mafan de zêde dibin.”
35’emîn Civîna Mafê Mirovan a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevreyê dest pê kir. Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan a NY’ê Zeid Ra’ad Al Hussein, axaftina vekirinê kir û bal kişand ser mesela Îsraîl û Fîlîstînê. Al Hussein, da zanîn ku yekane xeyala wan ewe ku zarokên Fîlîstînî li welatê xwe bi azadî bijîne. Al Hussein,diyar kir ku 50 sale ji bo ev pirsgirêk bê çareserkirin ew bangan dikin û xwest dawî li êşa herdu alî dikişînin bê.
MIROV BÊ DARAZ TÊN ÎNFAZKIRIN
Al Hussein, anî ziman ku hejî li gelek welat mirov bê daraz tên înfazkirin û rastî pêkanînên dijmirovî tên.
‘TIRKIYE HERTIM RED DIKE’
Al Hussein, di axaftina xwe de cih da Tirkiyeyê jî û wiha got: “Ji axaftina ku min di Îlona 2016’an de li vir kirî heta roja îro tu pêşketine çênebûye. Bi xemgînî dibêjim ku tu guhertin çênebûne. Tirkiye destûr nade ku em binpêkirinên mafan ên li Başûrêrojhilatê Tirkiyeyê hatin jiyîn lêkolîn bikin. Li Tirkiyeyê her ku diçe hêjamara kesên li benda darizandina adilane ne zêdetir dine û her ku hêjmar zêde dibe hêviya dê darizandinek adile pêk bê kêm dibe.”
Di civîna Mafê Mirovan a ku dê 3 hefteyan bidome de dê cihe berfireh bidin Tirkiyeyê. Di hefteya duyemîn a civînê de dê rapora Raportorê Taybet ê Fikir û Îfadeya Azad ê NY’ê David Kaye amadekiriye bê xwendin û dê ji bo Tirkiyeya ku binpêkirinên mafan lê didome civînek taybet bê lidarxistin.
Ruştu Demîrkaya - dihaber