NAVENDA NÛÇEYAN- Li îtalyayê di referanduma ku ji bo guhertina qanûna bingehîn hat kirin de gel dengên "na" bi kar anî û guhertin qebûl nekir. Serokwezîrê îtalyayê Matteo Renzî li ser vê yekê îstîfa kir.
Li Îtalyayê referandum a ku ji bo guhertina qanûna bingehîn û kêmkirina rayeya senotoyê hat kirin bi dawî bû. Di referanduma ji bo guhertina qanûna bingehîn hat kirin de ji ber ku ji sedî 56-60 dengên "na" ji sedî 40-44 jî dengên "erê derketin Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de Renzî anî ziman ku gel ji bo paketa reformê dengên "na" bi kar aniye, hemû berpirsyariya têkçûnê aydî wî ye û gotina "tecrubeya hikûmeta min li vir bi dawî dibe" bi kar anî. Renzî anî ziman ku têkçûna wî zelal e ji bo başiya welatê xwe çi ji destên wî hatiye kiriye lê ev nehatiye fêmkirin. Renzî di berdewamê de destnîşan kir ku ji bo tiştên ku kiriye poşman nîne û bal kişand li ser daxwaza kêmkirina hejmara senatoran û gotina "min xwest wan ji kursiyê bikim lê ez ji kursiya xwe bûm" bi kar anî.
Renzî da zanîn ku piştî civîna Lijneya Wezîran a duşemê dê daxwaznameya xwe ya îstîfayê pêşkêşî Serokomar Sergio Mattarella bike.
Piştî îstifakirina Renzî, Serokomarê Îtalyayê Sergio Mattarella dibe ku îstifayê qebûl neke, peywira avakirina hikûmetê bide navekî din ê Partiya Demokratîk (PD), hikûmeta teknokratan ava bike yan jî îhtîmal heye ku biryara hilbijartinên pêşwext bigire. Fikara ku redkirina reforma qanûna bingehîn ji bo krîsa hikûmetê re û di piyaseyê de jî ji pirsgirêkan re rê veke.