NAVENDA NÛÇEYAN - DAIŞ’ê êrîşên li pêş parlamentoya Îranê û goristana Xumeynî yên li Tehranê pêk hat girtin ser xwe.
Serê sibehê çar êrîşkar bi çek êrîşî ser parlamentoya Îranê kir. Di êrîşê de 7 kes hatin kuştin û 35 kesên din jî birîndar bûn. Êrîşkarek jî di çalakiyê de hat kuştin. Di qata 5'emîn a parlamentoyê de jî teqînek rûda û heya niha zererên wê teqînê nehat zanîn. Di heman demê de êrîşek li ser goristana pêşengê Şîîyên Îranê Xumeynî pêkhat û di wê êrîşê de jî kesek hat kuştin û pênc kesên din jî birîndar bûn. Piştî ku guleyên êrîşkar neman, êrîşkar bombe bi xwe de teqand.