NAVENDA NÛÇEYAN - Hevditinên 'Sûriye' yên hat plankirin ku di 12-13'ê Hezîranê de li Astana bên kirin, hat taloqkirin.
Hevdîtinên li ser rewşa Sûriye ku dihat plankirin di 12-13 Hezîranê di li Astana bên kirin hat taloqkirin. Di pêşengiya Rûsya de bi tevlêbûna Îran û Tirkiye hat plankirin ku li Paytextê Kazakistanê Astanayê li ser rewş û pirsgirêkên siyasî yên Sûriyeyê di 12-13'ê Hezîranê de kom bibin. Lê hevdîtina dihat plankirin hat taloqkirin. Hat diyar kirin ku ji ber pirsgirêkên Qatarê yên aborî û geşedanên siyasî yên dawî hevdîtina Astana hatiye taloqkirin. Di serî de Siudî Erebîstan, Misir, DYA gelek welatên din bi gotina "piştgiriya aboriyê dide rêxistinên terorê" Qatar tawanbar kiribûn.
Serokê Daîreya Çapemeniyê yê Wezareta Karên Derve yê Kazakistanê Anuar Jaynakov diyar kir ku wan ji welatên Garantor agahiyên nû stendine û wiha got: "Rusya, Tirkiye û Îran, dê di rojên pêş ango hefteyên pêş de li ser rewşa herêmên ewlehiyê û peymanên agirbestê hevdîtinan bikin.
Hevdîtina 5'emîn a di 12-13'ê Hezîranê de li Astana bihata kirin dê bê taloqkirin. Welatên Garantor dê di rojên pêş de der barê hevdîtina li Kazakistanê, kesên beşdar bibin û naveroka wê de agahî bidin.