NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Pînerola ya bajarê Torîno a Îtalyayê welatîbûna rûmetê da Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Bi vê şaredariyê re ev bû şaredariyan 7'emîn ku mafê walatîbûna Rûmetî didin Ocalan.
Konseya Bajêr a Şaredariya Pînerola 7’ê Hezîranê civiya û biryar da ku welatîbûna rûmetê bidin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û belgeya wê jî amade kirin. Şaredariyê têkildarî mijarê wiha got: "Ji bo ku em piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna gelê Kurd a ji bo raman, îdeal, ziman û nasnameyê didin, nîşan bidin me welatîbûn da Ocalan." Di daxuyaniyê de hate gotin ji bo ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyê çaresre bibe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwedî têkoşîneke bêhempa ye û wiha hat gotin: "Bi vê welatîbûnê li gel ku Ocalan di girtîgehê de ye jî, li gel şertên tecrîdê jî di çareseriyê de israr dike, me xwest em pişgiriyê bidin vê israra wî. Kurd ne tenê li Tirkiyê li kûderê DAIŞ hebe li wê derê li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke bê hempa dide."
Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha hate gotin: "Em xêrhatinê li welatiyê xwe yê nû yê bajarê xwe Birêz Ocalan dikin û dibêjin bixêr hatî. Em li bendê ne ku rojekê Birêz Ocalan were bajarê me."
MERASIM DI ÎLONÊ DE YE
Merasîma welatîbûnê ya fermî wê Îlonê were çêkirin. Rayedarên Bûroya Enformasyonê ya Kurdistanê ji rojnameya Ozgur Politikayê re ragihand: ‘’Niha daxuyanî hate dayin ku welatîbûn hatiye qebûlkirin. Di meha Îlonê de wê merasîmeke mezin were çêkirin. Bi bernameyên cuda wê belgeya welatîbûnê were dayîn.’’
Hêjayî gotinê ye bi Şaredariya Pînerola re li Îtalyayê hejmara şaredariyên ku welatîbûna rûmetê dane Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn 7. Beriya niha jî şaredariyên Palermo, Napolî, Palagonîa, Raîce, Reggîo, Emîlia, Martano welatîbûn dabûne Ocalan.
Pînerolo, li herêma Pîemonte ye, girêdayî Şaredariya Mezin a Torînî ye, nifûsa wê 35 hezar û 829 e. Pînerol herêma herî çiyayî ya Îtalyayê ye, yekem şaredariya ku bi Şaredariya Kobanê re protokola dostaniyê/biratiyê danî ev şaredarî ye.