NAVENDA NÛÇEYAN - Emîrê Qatarê Şeyh Temim Bin Hamad El Sani, ziyareta Tirkiye û dawetiya fitarê ya Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan betal kir.
Li ser dawetiya Serokomar û serokê AKP'ê Tayyip Erdogan Emîrê Qatarê Şeyh Temim Bin Hamad El Sanî plan kir ku dawiya hefteyê bê Tirkiye. Lê hat fêr bûn ku Emîr El Sanî ziyareta Tirkiye betal kiriye.
Hat zanîn ku Emîr El Sanî hemû bernameyên xwe yên dervê welat betal kiriye. Wezîrê Karên Derve yê Qatarê Şeyh Muhammed Bin Abdurrahman El Sani, diyar kir ku heta welat di bin ablûkayê de be Emîr ji welat dernakeve.