NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsên Alman li 10 eyaletên Almanyayê li dijî Selefiyên Îslama Radîkal operasyon pêk anî. Di operasyonê de bi sedan polîsan li zêdeyî 200 konutên aydî Selefiyan lêgerîn pêk anîn. Li Moskova û Kafkasyayê jî gelek endamên DAIŞ'ê hatin binçavkirin.
Polîsên Alman li Berlinê li dijî Selefiyên Îslama Radîkal operasyona hemwext pêk anîn. Polîsan di operasyonê de li Hessen, Ren Vestfalya, Saksonya, Bavyera, Schleswig-Holstein, Baden-Wurttemberg, Rheinland-Pfalz, Berlin û Hamburgê bi ser mal û kargeriyan de girt û lêgerîn pêk anîn. Hefteyek berê Serokê Bîrdozî yê Selefiyên Alman li Ebu Walaa li Almanyaye hatibû binçavkirin. Tê gotin ku Komeleya Radikal rêxistinên cîhadê li vir kom dike û heta niha herî kêm 140 endamên DAIŞ'e şandine nava şerê Iraq û Sûriyê. Tê zanîn ku nêzî hezar û 200 endamên wan hene. Li gorî daneyên ewlehiyê tê zanîn ku heta meha cotmehê ji sedî 20 jin 870 kes bi armanca tev li DAIŞ'ê bibin ji Almanya derbasî Sûriye û Iraqê bûne.
LI MOSKOVA DAIŞ HATIN BINÇAVKIRIN
Li aliyê din Saziya Ewlehî ya Federal a Rûsyayê (FSB) ragihand ku li Moskova û Qafqasyayê endamên DAIŞê ku haziriya êrişan dikirin hatin binçavkirin.
FSB ragihand ku li Moskova û Qafqasyaya Bakûr komek endamên ku bi DAIŞê re têkildar bûn û amadehiya êrişan dikirin hatin binçavkirin.