Rûsya û Ermenistan artêşa hevpar ava dikin

NAVENDA NÛÇEYAN- Rûsya û Ermenistan ji bo parastina sînor dê artaşa hevpar ava bikin.

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo ku bi Ermenistanê ve artêşa hevpar bê avakirin hate hinbûn ku ferman daye. Li gorî nûçeya Interfaxê Putîn biryarnameyek weşandiye û xwestiye xebat bê destpêkirin. Li gorî nûçeyê ev artêşa ku bê avakirin li sînorê bejahiyê yê Ermenistan-Tirkiyeyê bê bicihkirin, li ser artîşa ku bê avakirin jî fermandarekî ku Ermenistan tayîn bike û Rûsya jî erê bike dê peywirdar be., di dema aştiyê de ev artêş girêdayî Serfermandariya Giştî ya Ermenistanê be di dema şer de jî Rûsya dê ji artêşê re fermandariyê bike.