Qatarê bersiv da Erebastana Siûdî: Ne boykot dorpêç heye

NAVENDA NÛÇEYAN - Tewanbariya 'alîkariya terorê' ya ku bûye belaya serê Qatarê, hêj di rojevê de cihê xwe digire. Piştî Erebistana Siûdê got ku "Ne dorpê, boykot heye" ji Midurê Ofîsa Çapemeniyê ya Wezîrê Karê Derve Ahmed bin Said er-Rumeyhî, ev bersiv hat: "Girtina deriyê sînor, rêyên hewayî û deryayî, raste rast dorpêç e."

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya QNA'yê ya Qatarê, Midurê Ofîsa Çapemeniyê ya Wezareta Derve Ahmet bin Said er-Rumeyhî, bersiv daye Wezîrê Karê Dere yê Erebistana Siûdî û axaftinên wî yên wekî "Ne dorpêç, boykot heye" derewand û rewşa heyî wekî dorpêş şîrove kir.

‘ZEXTÊN WEKÎ QATARÊ TERK BIKIN BOYKOT E?'

Rumeyhî diyar kir ku girtina deriyê sînor a ji hêla Welatên Kedavê ve, bi heman şeklî qedexekirina rêyên hewayî û deryayî, wekî boykotê nayê pênasekirin û got ku "Ev raste rast dorpç e" û wiha pê de çû: "Ev rewş jî ji axaftinên wan ên bi nakok diyar dibe."

Rumeyhî perçekirina malbatan, bi zorê welatî ji Qatarê derxistin, astengkirina gera di navbera welatan de jî wekî dorpêçê şîrove dike û pirsa ev boykot e? kir.

Rumeyhî destnîşan kir ku bi van zextan dixwazin Qatarê, welatiyên li wir dijîn bigirin bin zextan û wiha axivî: "Ji ber krîza li Kendavê, pêkanînên li dijî Qatarê, li dijî mafê mirovan, biratiya gelan, Îslam û prensîpan e, ev di heman demê de li dijî mafên xala mirovan a navneteweyî û hiqûqa navneteweyî ye jî."