CENEVRE - Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî Davît Kaye, beşdarî konferansa li avahiya Cenevre bû û rewşa Tirkiye nirxand. Kaye, diyar kir ku Tirkiye di serdemek pir tarî re derbas dibe. Nivîskar Burhan Sonmez jî diyar kir ku darizandina adîl ne pêkan e.
Bi hevkariya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas RSF, PEN'a Navneteweyî û Article 19’ li ser rewşa Tirkiye û azadiya ramanê ya li Tirkiye li Salona Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî konferansek pêk anî.
Çapemeniya Neteweyên Yekbûyî, Raportora Taybet a Azadiya Îfade û Ramanê David Kaye, Endamê PEN'ê Burhan Sonmez, Wergêr Elip Gunay û gelek kesên din amade bûn.
TIRKIYE DI NEQEBA TARÎ RE DERBAS DIBE
David Kaye, anî ziman ku li Tirkiye îxtîdar bi OHAL’ê dengê muxalifan qut dike û ji ber vê yekê Tirkiye di serdem û neqeba tarî re derbas dibe. Kaye, bilêv kir ku li Tirkiye rojnamegerî û nivîskarî gelek zor û zahmet e û bedelê wê pir giran in. Kaye, bilêv kir ku wekî lîsteyek reş çêkiribûn û li gorî vê lîsteyê mirov tên binçavkirin û girtin. Kaye, destnîşan kir ku mirov nikare bêje li Tirkiye medya serbixwe û azad e.
Nivîskar Burhan Sonmez, bal kişand ser îdîanameya Hevseroka Cemiyeta Rojnamegerên Azad Nevin Erdemir û wiha got: "Di îdîanameya der barê Nevîn de Spinoza wekî endamê rêxistinê derbas dibe. Mirov nikare li Tirkiye behsa pergala hiqûq û edaletê bike.
Nivîskar û wergerê Elif Gunay jî anî ziman ku bavê wê ji ber nivîsên xwe hatiye girtin û gelek rojnameger ji ber nivîsên xwe û rojnamegeriyê girtî ne.