Sîsê xwest li dijî Tirkiyeyê helwest bê girtin

NAVENDA NÛÇEYAN - Abdulfettah Sîsî xwest Tirkiyey jî wekî Qatarê bê wêderkirin û li dijî Tirkiyeyê helwest bê nîşandan.

Piştî gelek welatan li dijî Qatarê biryarên girîng girtin û ev biryar bûn sedema tengezariyek mezin a ji bo Qatarê, Abdulfettah Sîsî bi

daxuyaniyekî xwest li dijî Tirkiyeyê jî biryarek wiha bê bigrin. Li gorî nûçeya The New Arabê, Sîsî di dema hevdîtina bi Qralê Bahreynê Hamad Bîn Îsa El Halîfe de ev mijar aniye rojevê.

Sîsî li Kahîreyê bi El Halîfe re havdîtin pêk anî bû û di daxuyaniya ku daye de, dixwaze li dijî Tirkiyeyê jî helwest bê nîşandan.