NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku li bajarê Nangarharê ya dikeve rojhilatê Afganistanê, berpirsyarê çapemeniyê yê DAIŞ'ê hatiye kuştin
Şer û pevçûnên li Aftanistanê ku bi salan e berdewam dike, her ku diçe dijwar dibe. Herî dawî hat gotin ku berpirsê çapemeniyê yê herêmê yê DAIŞ'ê li bajarê Nangarharê ya Afganistanê hatiye kuştin. Daxuyaniya ku ji hêla yekîneyên DYA'yê ve hat dayîn de, hat gotin ku Perpirsyarê Çapemeniya Horasanê yê DAIŞ'ê yê bi navê Cavad Han di 3'yê Hezîranê de hatiye kuştin.
Ev qasî salekî ye li herêma Nangarharê ya Afganistanê operasyonên li dijî DAIŞ'ê berdewam dikin. Berî mehekî jî di şer û pevçûnê li vê herêmê de berpirsê DAIŞ'ê yê Afganistanê Abdul Hasîb hatibû kuştin.