NAVENDA NÛÇEYAN - Li Portekîzê agir bi daristanê ket. Di şewata daristanê de zêdeyî 57 kesan jiyana xwe ji dest dan. 59 kes jî birîndar bûn.
Li walatê Portekîzê agir bi daristanê ket. Di şewata daristanê de zêdetirî 57 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Piştî agir bi daristanê ket, 160 wesayît û bi 100'an agirkuj ji bo agirê daristana herêma Pedrogao Grandeyê vemirînin ketin nava liv û tevgerê. Serokwezîrê Portekîzê Antonio Costa têkildari şewatê daxuyanî da û got: "Mixabin di çarçoveya şewatên daristanê yên salên dawîn de ev şewat trajediyeke gelekî mezin e. Dibe hejmara miriyan zêde bibe."
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Portekîzê herî kêm 57 kesan jiyana xwe ji dest dan û 59 kes birîndar bûn. Piraniya wan jî kesên di nava wesayîtan de ne.