NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarên Kazadkistanê li ser qanûneke bûrkayê dixebitin û tê gotin ku dê di cihên fermî de li xwekirina bûrkayê bê qedexekirin.
Rayedarên Wezareta Karên Olî ya Kazakistanê, xwestin di saziyên civakî de xwekirina bûrkayê bê qedexekrin û li gorî mafên ateîstan sererastkirineke qanûnî bê çêkirin. Li gorî daxuyaniyên rayedaran, qanûna ku qala wê tê kirin, ev demek e li ser wê xebat tê kirin. Wezîrê Karê Olî Nurlan Ermekbayev aşkera kir ku ev sererastkirina qanûnî ji bo ewlehiya welat, qanûnek girîng e û ji bo wê jî pêwîstî pê heye.
Li gorî Ermekbayev, "Dê ev qanûn bibe sedem ku mirov xwe ji tevgerên olî yên radîkal dûr bixin."
Di demên borî de Serokdewletê Kazakistanê Nursultan Nazarbayev plan kiribû ku ji derveyî rojên şînî, li xwekirina cilên reş divê bê qedexekirin. Li gorî vê planê Nazarbayev gotibû ku "Li xwekirina cilên reş kevmeşopiyeke ereban e û li kevneşopiya kazakan nayê."