DYA welatan dide şerkirin û çekan difroşe

NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku 11 welatên ku Tirkiye jî di nav wan de ye, bi fîrmaya Lockheed Martîn re li hev kirine û dê balafirên F-35 bifiroşin wan.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li tevahiya cîhanê serkêşiya şer dike û bi derxistina aloziyan re aboriya xwe bi firotina çekan sererast dike. Hat gotin ku 11 welatên ku Tirkiye jî di nav wan de ye, bi fîrmaya Lockheed Martîn re li hev kirine û dê bi giştî 440 balafirên F-35 bifiroşin wan. Ev peymana ku buhayê wê 35 milyar dolar e, wekî peymaneke "rekorî" hat pênasekirin. Rayedarekî ji fîrmaya Lockheedê diyar kir ku ew dê der baê peyman, an jî kontrolê de tu agahiyan nedin, 'standina blok' jî di nav de, hemû daxuyanî ji hêla hikumeta DYA'yê ve bên dayîn. Lê Reutersê aşkera kir ku dê 440 balafir di 3 paran de bên teslîmkirin. Li gorî Lockheedê welatên ku di çarçoveya peymana blokî de tev li bibin, dê bi vê sedemê 2 milyar dolarî tasarrûf bê diyarkirin.

Berdevkên 11 welatan hefteya çûyî li eyaleta Marylandê bi rayedarên DYA'ê re hevdîtin pêk anîbûn. Di nav van welatan de berdevkên Tirkiyeyê, Avustralya, Danîmarka, Îsraîl, Îtalya, Japonya, Hollanda, Koreya Başûr û Qiralê Yekgirtî jî hebûn.

Li gorî nûçeya Reutersê, di nav sala malî ya 2018'an de herî kêm dê 135 jet bên standin û teslîmkirina yekemîn dê di sala 2020'an de di hevdîtinan de, ji bo her F-35'ekî, 88 milyon dolar bê diyarkirin.