NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yemenê ji ber nexweşiya kolerayê, kesên jiyana xwe ji dest dan hejmara wan derket 54'an.
Yek jî nexweşiyên herî giran ku bandorê li ser jiyana mirovahiyê dike, kolera ye. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC), li Yemenê hejmara kesên ji ber kolerayê jiyana xwe ji dest dane derketiye 54 kesan.
Daxuyaniya ku li ser hesabê Twîtterê yê RTC'ê hatiye dayîn, ji 27'ê Nîsanê vir ve li 20 bajran hejmara kesên ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane derketiye 54 kesan. Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku li welat 151 kesên din jî hatine tespîtkirin.
Ji ber şer û pevçûnên ku ev du sal e li Yemenê berdewam dike, 3 milyon kes ji cih û warên xwe hatiye koçberkirin, ji ber ku ava paqij nayê dîtin û welatiyên ku li ser sergoyê hin pêwîstiyên xwe pêşwazî dikin, bi nexweşiya kolerayê dikevin û ev rêje her ku diçe giran dibe.