NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amerîkayê jina ciwan a bi navê Nabra Hassanen dema ji mizgeftê derdiket hat kuştin.
Li eyaleta Vîrgîniayê jina ciwan a bi navê Nabra Hassanen a 17 salî dema ji mizgeftê derdket hat kuştin. Li gorî nûçeya The Washington Postê, mizgefta li ADAMS Centerê di paşîvê de ji hêla misilmanan ve tên ziyaretkirin û welatî li vir îbadeta xwe dikin. Hat gotin ku di navbera jina ciwan û kesê ku bi maşîneya xwe di wir re derbas dibû de, nîqaş derketiye. Li gorî îdiayan ajokar bi darê beyzbolê ji maşîneya xwe peya bûye û êrîşê Hassasen kiriye. Ciwanên din ên ji herêmê direvin mizgeftê, bi polîsan re dikevin têkiliyê, hat gotin cenazeyê Hassasen 3 kîlometreyî li dûrê mizgeftê di golekê de hatiye dîtin. Li gorî agahiyan bi cenaze re darê beyzbolê jî hatiye dîtin.
Hat gotin ku polîsên amerîkayî li ser agahiyan Darwîn Martînez Torres ê 22 salî binçavkirine û sedema êrîşê tê lêkolînkirin.