Erebistana Siûdî 3 Muhafizên Şoreşê binçav kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hinceta li dijî platforma petrolê ya li qada El-Mercanê xwestine êrîşê pêk bînin, 3 Muhafizên Şoreşê yên Îranê ji hêla Erebistana Siûdî ve hatin binçavkirin.

Erebistana Siûdî bi hinceta 3 Muhafizên Şoreşê yên Îranê li dijî platforma El-Mercanê ya perolê ya li herêma deryaya reş a Erebistanê xwestine êrîşê pêk bînin, ew binçav kirine. Li gorî daxuyaniya ku ji hêla Navenda Ragihandina Navneteweyî ya Wezareta Enformanson û Çandê ve hatiye dayîn, roja înê hin botan xwestiye li dijî qada petrolê ya El-Mercanê êrîşê pêk bînin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 3 botên ku bi lez û bez ber bi qada petrolê ya El-Mercanê ve dihatin, lê Hêzên Deryayî mudaxaleyê wan kirine û wiha hat gotin: "Du botên ku bi lez ji herêmê dûr ketin, ya din jî hat zevtkirin û 3 Muhafizên Şoreşê yên Îranê hatin binçavkirin."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku di botê de beşek zêde teqemenî hatiye desteserkirin, kesên di bin çavan de lêpirsîna wan dewam dike.