NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî aşkera kir ku li Deryaya Spî ya Libyayê keştiya ku 126 penaber tê de bûne winda ne.
Penaberên ku bi hêviyên mezin berê xwe didin welatên cuda, xeyalên wan di deryayê de dimînin. Hat gotin ku keştiya ku 126 penaber tê de bûn, di Deryaya Spî ya Libyayê de winda bûye. Daxuyaniya ku ji hêla Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ve hatiye dayîn de, hat gotin ku matora keştiyê ji hêla bazirganan ve hatiye dizîn û rewşa heyî gelekî wan ditirsîne. Berdevkê IOM'ê Flavio Di Giacomo bi rêya Twîtterê agahî da û piştrast kir ku wan agahî girtiye ku keştî noqî avê bûye.
Di Giacomo aşkera kir ku masîvanên Libyayê 4 penaber rizgar kirine û ew teslîmê keştiya penaberan kirine û pişt re ev penaber anîne pêravên Palermoyê ya Îtalyayê. Di Giacomo agahiyên van penaberên ku hatine rizgarkirin jî bi bîr xist û wiha pê de çû: "Penaberan da zanîn ku motora keştiyê ji hêla bazirganên mirovan ve bi zorê hatiye destaserkirin. Penaberan aşkera kir ku piştî vê, keştiyê av hildaye û noqî avê bûye." Hat gotin heman bûyer ji hêla penaberên din ve jî hatiye piştrastkirin.