Nelirêtiyên li Fransayê îstîfa zêde kirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê du wezîrên jin ji qabîneya Macron îstîfa kir. Piştî Wezîra Parastinê Goulard îstîfa kir, niha jî Wezîra Dadê François Bayrou û Wezîra YE Marîelle de Sarnez ji ber angaştên nelirêtiyê îstîfa kirin.

Li Fransayê wezîrên jin bi sedema nelirêtî heye ji qabîneya Macron îstîfa kirin. Wezîra Dadê Françoîs Bayrou û Wezîra Yekîtiya Ewropayê Marîelle de Sarnez îstîfa kirin. Bayrou ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê re daxuyand ku ew ê di hikûemta nû ya Serokkomar Emmanuel Macron de cih negirin. Partiya MoDem a ku Bayrou endama wê ji ber sosreta nelirêtiyê dibe hedefa rexneyan. Wezîra Parastinê Sylvîe Goulard jî ji ber heman sosretê roja sêşemê îstîfa kiribû. Wezîra YE Marîelle de Sarnez jî aşkere kir ku ew di hikûmeta nû de cih nagire. Bayrou, da zanîn ku ew ê piştî nîvro civîna çapemeniyê li dar bixe. Berdevkê wê jî got ku Wezîra Dadê ji ber sedemên xwe şexsî ji peywîra veqetiya ye.

Sylvîe Goulard a ku beriya mehekî dest bi peywîrê kir hinceta îstîfa xwe wek nelirêtiyê derbarê partiya wê MoDem hene û veqetîna xwe wek hinceta bibe sedemê lêpirsînê da xuyakirin.
Di nav angaştên nelirêtiyê de bi salan e navê Goulard a ku li Parlamentoya Ewropayê parlamenteriyê dikir derbas dibû.