NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Meclisa Berdevkên Iraqê Cuburî, bal kişand ser "Referandûma Serxwebûnê" ya başûrê Kurdistanê û got ku "Dê projeyeke ku perçebûna Iraqê armanc bike, neyê qebûlkirin."
Serokê Meclisa Berdevkên Iraqê Selîm el-Cuburî, der barê "Referandûma Serxwebûnê" ya ji hêla Rêveberiya Herêma Kurdistanê ve hat aşkerakirin de pirsên rojnamegeran bersivan û da zanîn ku dê projeyeke parçebûna Iraqê esas bigire, neyê qebûlkirin. Cuburî di civîna li Bexdayê da derbirî ku hilbijartina tê payîn di meha Îlonê de pêk bên, bi awayekî pratîkî ne mumkun e û wiha got: "Lê hilbijartinên giştî pêkan e di sala 2018'an de pêk bên."
Cuburî destnîşan kir ku penaberên ji ber êrîşên DAIŞ'ê neçar mane malên xwe terikandine û li wergehan bi cih bûne, ew vegera penaberan wekî daxwazekî wan digirin dest û anî ziman ku beşek ji van welatiyan ji hêla komên çekdar ve tên astngkirin. Li ser pirsa "Plana Referandûma Serxwebûnê hûn çawa dinirxînin" jî Cuburî ev bersiv da: "Em li dijî daxwaza referandûmê ya tu bajarî dernakevin, lê ev dikare bi vegera makeqanûnê re bê kirin. Em dê planeke ku perçebûna Iraqê esas digire, qebûl nekin."