BRÛKSEL – Komîsyona Ewropayê, ji bo hevdîtinên yekîtiya gumrikê ya bi Tirkiye re ji Konseya YE erk daxwaz kiribû. Lê erka ku komîsyonê ji konseyê xwestiye hêj ne girtiye. Raportora Tirkiyê ya PE Katî Pîrî têkildarî mijarê wiha got: “Di vê qonaxê de heke bi ser hikûmeta Tirk re di destê me de koz hebin, ne ji bo ku me îtîbar winda kiriye di aliyê aboriyê de ye. Bi vî awayî Yekîtiya Gumrikê jî gelek girîng e.”
Di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) de rojevkirina peymana Yekîtiya Gumrikê ya di sala 1996’an de pêk hat girêdayî helwesta Tirkiyeyê ye. Komîsyona Ewropayê ji bo dest bi hevdîtinan bike ji Konseya YE erk xwest. Lê hêj ev erka ku Komisyona Ewropa ji Konseya Ewropa xwestibû nehatiye dayîn. Çavkaniyên YE diyar dikin ku di mijarên nenasîna Başûrê Kibrisê ya Tirkiyê û krîterên siyasî li hevkirinê de di rayedarkirinê de derengî çêbûye. Tê payîn ku dema rayedarî bê dayîn dê muzakare ya dawiya salê yan jî dê serê sala pêşiya me destpê bikin.
Raportora Tirkiyê ya PE Katî Pîrî di derbarê hevdîtin û beşdariya Yekîtiya Gumrikê de li Brûkselê bersiv da pirsên beşa Tirkî ya BBC.
‘LI TIRKIYÊ BINPÊKIRINA MAFAN PÊK TÊ’
Pîrî bersiv da pirsa têkildarî israra muzakare bên astengkirin da û got: “Em nabêjin îro sibê bila ev muzakare bên rawestandin. Muzakere bila bi hilbijartina 2019’an guhertina makezagonê bikeve meriyetê. Li ser vê yekê em pêkneanîna muzakereyê pêşniyar dikin. Em di pêvajoyek ku her tim binpêkirina mafan li Tirkiyê diqewime de derbas dibin. Heke ku müzakere pêk neyên dê bi Tirkiyê re hevkariya kar bi dawî bibe. Lê nayê wê maneyê ku diyalog bi dawî bibin. Lê di bin van şertan de axaftina têkildarî endamtiya YE de ne mimkûn e.”
Pîrî encamên referandûmê rexne kirin û mesele ne cezakirina Tirkiyê ye û got ku pêwîste YE xwedî li li krîterên xwe derbikeve. Pîrî bal kişand ser encamên hilbijartina referandûmê û wiha domand: “Belê li Tirkiyê her tim pirsgirêka mafê mirovan û hiqûqê heye. Her tim hilbijartina adil û azad wek kevneşopîyek e çêbû. Niha yekemîn car di vê kevneşopiyê de de veqetîna hilbijartina pêk hat.” Divê di hilbijartina 2019’an de em bikevin pêşiya vê. Pêwîste YE ji ber vê yekê bêtir helwestek tund deyne pêşiya vê.”
Pîrî wiha got: “Di vê qonaxê de heke bi ser hikûmeta Tirk re di destê me de koz hebin, ne ji bo ku me îtîbar winda kiriye di aliyê aboriyê de ye. Bi vî awayî Yekîtiya Gumrikê jî gelek girîng e.”
Pîrî di berdewamiya gotûbêja li ser mijara hevdîtina gumrikê de axaftina xwe domand û polîtîkayên AKP’ê yên derve û hundirîn jî rexne kir.