Li Kuettayê êrîşa bombeyî 11 kes mirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta eyaleta Belucistanê li Kuettayê êrîşeke bombeyî pêk hat, 11 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li paytexta Belucistanê li Kuetta ya Pakistanê bi maşîneyek bombe barkirî êrîşek pêk hat, 11 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn. Li gorî daxuyaniya miduryeta polîsan a Belucistanê, li nêzî miduryeta polîsan êrîşek bombeyî pêk hatiye. Di êrîşê de 11 kes hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne. Hat gotin ku rewşa hin birîndaran giran e.