Di qezaya tankêrê de 123 kes mirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Pakistanê tanger qulibî û sotemeniya wê li der dorê belav bû û teqiya. Di qezayê û teqînê de 123 kes mirin. Herî kêm 130 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Bahawalpurê yê Pakîstanê tankêra petrolê di nava girsê te qulibî û teqiya. Di qezayê de 123 kes mirin û 130 kes birindar bûn. Berdevkê Hikûmeta Pencapê Salman Sufi, diyar kir ku piştî qezayê teqîn pêk hat û di teqînê de 123 kes mirin û 130 kes birîndar bûn.