FARC'ê dawî li têkoşîna çekdarî anî

NAVENDA NÛÇEYAN - FARC’ê dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî anî. Hemû çekên xwe radestî Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin. NY'yê jî diyar kir 7 hezar û 132 çek radestî wan hatine kirin.

Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) bi temamî dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî anî. FARC ku pêvajoya çekdanînê di 17’ê Adarê de dest pê kiribû qedand. FARC’ê hemû çekên xwe radestî peywirdarên Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin. NY'yê diyar kir bi tevahî 7 hezar û 132 çek radestî wan hatine kirin. Çavdêran diyar kirin, ku rêxistinê 70 ji 900 cebilxaneyên veşartî dîtiye û vala kiriye. Peymana Aştiyê ya di navbera Hikûmet û FARC’ê de 2'ê Cotmeha 2016'an hatibû îmzekirin, çûbû referandûmê, nêzî 13 milyon Kolombihyayî çûbûne ser sindoqê û 50,24 ji 100’î dengê 'na' derketibû. Piştî hevdîtinên domdirêj ên li paytexta Kubayê Hawanayê 12’ê Mijdara 2016’an peymana aştiyê hatibû danîn, 24’ê Mijdara 2016’an ji hêla Serokdewlet Juan Manuel Santos û lîderê FARC’ê Rodrîgo Londonê ve hatibû îmzekirin.

Di çarçoveya peymanê de FARC’ê weke sembolîk 140 çekên xwe di 17’ê Adarê de radestî rayedarên NY'ê kiribûn.