'Ji derveyê G 20'ê destûrê nedin Erdogan'

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê SPD'ê Martîn Schulz xwest destûrê nedin ku Serokomarê tirk Tayyîp Erdogan derveyî civîna G-20'an, li Almanyayê tu mîtîngekî li dar bixe.

Serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan ji bo tev li civîna bilind a G-20'an a 7-8'ê Tîrmehê bibe, diçe Almanyayê. AKP'î ji bo Erdogan karibe li Almanyayê mîtîngan li darbixe, bê navber li salon û stadyûman digerin.

Heta niha, di serî de li bajarên Dortmund, Oberhausen, Koln û Gelsenkîrchenê, rêveberên navendên xwepêşandanên mezin ên li gelek bajarên Almanyayê, ev daxwaza AKP'iyan qebûl nekirin.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Martîn Schulz ji rojnameya Bîld re axivî û xwest, ji bilî tevlêbûna civîna bilind a G-20'an, divê destûr neyê dayin ku Erdogan bi alîgirên xwe re mîtîngan li dar bixe.

Schulz di hilbijartinên Meclisa Federal ên meha Îlonê de namzetê herî xurt ê li hemberî Serokwezîra jin Angela Merkel e, xwest ku bi rengekî fermî mîtîngên Erdogan werin qedexekirin.

Schulz ev bang kir: "Ji siyasetmedarên biyanî yên ku li welatên xwe nirxên me bin pê dikin û divê li Almanyayê salona nedin wan. Erdogan li Tirkiyeyê mûxalîfan û rojnamevanan digire. Ez naxawzim ku Erdogan li Almanyayê çalakiyên mezin li dar bixe. Mesele pergala parastina ji şewatê ya salonan an jî hejmara parkê nîne. Pirsgirêk ew e ku Erdogan dixwaze şerê xwe yê siyasî yê li Tirkiyeyê, bîne Almanyayê. Di vir de pirsa bingehîn ev e; Hûn dixwazin li vî şerê birêz Erdogan guhdarî bikin ya na?"

Martîn Schulz par serokê Parlamenta Ewropayê bû, girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê şermezar kiribû û ji ber vê yekê jî Erdogan heqaret lê kiribû. Erdogan ji Schulz re gotibû, "Tu kî yî, tu xwe çi digesibînî?" û heqaret lê kiribû.

Erdogan herî dawî di Gulana 2015'an de li Almanyayê weke Serokomar karîbû di çalakiyekê de baxive. Erdogan ê ku rêveberiya Almanyayê şiband Naziyan, ji hingî ve destûr jê re nayê dayin ku li Almanyayê mîtîngan li dar bixe.