BERLÎN – Wezîrê Karê Derve yê Almanya Sîgmar Gabrîel daxuyand ku Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ji bo hin serdanên li Almanya serlêdana fermî kiriye. Heta niha serlêdanên Erdogan ên ji bo salonan nehatiye qetbûlkirin.
Wezîrê Karê Derve yê Almanya Sîgmar Gabrîel di serdana xwe ya Rusya de daxuyanî da û aşkere kir ku Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bi wesîleya zîrveya G20 ku dê biçe Almanya ji bo hin serdanan li Elmanya serlêdana fermî kiriye.
Gabrîel wiha got: “Duh ji Tirkiyê Serokê Dewleta Tirk Erdogan di çarçoveya zîrveya G20’an de ji bo bi welatiyên xwe re biaxive, me serlêdanek wî ya fermî girt.”
Hin çalakî û serdanên AKP’iyan ên di meha Nîsanê bi boneya xebatên referandûma makeqanûnê de li Almanya hatibûn betalkirin. Çapemeniya Alman di hin nûçeyan xwe de aşkere kir ku ji bo serdana Erdogan serî li salonan hatiye dayîn û ji salonan bersiva neyînî wergirtiye.