NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yewnanistanê krîza sergoyê di navbera hikumetê û karkerên paqijiyê de her ku diçe kûr dibe. Karkerên ji bo karê wan destê wan neçe, ketine grevê, tevahiya bajêr bûne kelehên sergo.
Ev demek e di navbera karkerên paqijiyê û hikumetê de krîza sergoyê berdewam dike. Karker û hikumet bi tu awayî bi hev nakin, ji ber vê karkeran dest ji kar berda û ev krîza her ku diçe kûr dibe. Germahiya li welat 42 pîleyî derbas kiriye û ev jî bi xwe re hem bêhmeke xirab tîne û hem jî dibe sedema nexweşiyên cuda. Sergoyên li kuçeyên paytext Atînayê bandoreke xirab li ser tenduristiya welatiyan dike.
Karkerên paqijiyê yên girêdayî şaredariyê dixebitin, diviya bû peymana wan bihata dirêjkirin, lê piştî ev li derveyî makeqanûnê hat dîtin, 10 hezar karker bi rîska ji karê xwe bibe re rû bi rû ne. Li ser vê tengezariyê krîzek rû da û ev du hefte ye ev krîz hêj çareser nebûye. Ji ber grevê sergoyên li kuçeyên bajêr nayên komkirin û ev jî dibe sedema bêhn û xetereya nexweşiyan.
XWEPÊŞANDANEK DIN
Rayedarên Federasyona Rêveberiyên Herêmî (POE-OTA) îro bi Serokwezîr Aleksîs Çîpras û Wezîrê Karê Hundur Panos Skourletîs re hevdîtin pêk anîn, pêşniyara ji hêla hikumetê ve hat, ji hêla karkeran ve nehat qebûlkirin û ji bo çalakiyek nû pêşniyar hat kirin. Gelek karker guh dan vê pêşniyarê û berbi Meclisê ve dest bi meşê kirin û dirûşmên "Heta em mafên xwe bigirin em dê li ber xwe bidin" qêriyan.