Almanya ji bo AKP'ê zagon sînorkirinia hilbijartinê derxist

BERLîN - Îktîdara AKP'ê beriya referanduma 16'ê Nîsanê bi welatên Ewropa re ket nava rageşiyê û krîz pêş xistk. Li ser vê yekê Almanya zagonên der barê hilbijartinê de guhert û biryar da ku nûnerên hikumet û dewletên biyanî beriya hilbijartine bi 3 mehan xebatên hilbijartinê yên li Almanya bên qexekirin.

Hikumeta Federal a Almanyayê piştî niqaş û rageşiyên bi AKP'ê re hin zagonên hilbijartinê guhert. Piştî beriya hilbijartina referandumê ya Tirkiye ji ber di navbera Îktîdara AKP'ê û Almanya de krîz derketibû, hikumeta alman hin zagonên hilbijartinê guhert. Almanya zagonên der barê hilbijartinê de guhert û biryar da ku nûnerên hikumet û dewletên biyanî beriya hilbijartine bi 3 mehan xebatên hilbijartinê yên li Almanya bên qexekirin. Biryar hat dayîn ku siyasetmedarên biyanî dê bi destûra Almanyayê karibin siyasetê bikin. Berdevkê Wezareta Karên Derve Martin Schäfer diyar kir ku 10 roj berê divê agahî bidin wezareta derve û ger destûr bê dayîn û nayê dayîn dê li gorî têkiliyên diplomasiyê biryarek be dayîn.

Hikumeta Federal beriya zîrveya G-20 mîtînga Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan a li Almanya qedexe kiribû.