NAVENDA NÛÇEYAN - Komara Gel a Çînê ya di sala 1949'an de hat avakirin, ji wê demê heta niha Partiya Komînîst a Çînê li desthilatdariyê ye û hejmara endamên wê gihiştiye 89 milyon 500 kesî.
Li gorî daxuyaniya ku ji hêla Komîteya Navendî ya Partiya Komînîst a Çînê (PKÇ), sala çûyî 910 hezar kes bûne endamê partiya wan û bi vê re hejmara endamên wan derketiye 89 milyon 500 kesî. Li gorî agahiyên komîteyê, 22 milyon 982 hezar endamên wan jin in, 300 hezar endamên wan jî ji neteweyên cuda yên li welatên wan pêk tê.
Çîn di cîhanê de bi nifûsa xwe ya 1,4 milyarî re, welatê herî qelebalix e û 68 sal e bi rejîma yek partiyê tê birêvebirin.
Çîn di pêşengiya lîderê bi navê Mao Zidong de bi prensîbên komînîstiyê hat avakirin. Du sal piştî mirina Mao, welat deriyê xwe ji bazara derve re vekir û kesên ji derve jî li wir razemenî kirin. Piştî DYA'yê, Çîn welatê duyemîn ê cîhanê ye ku di aliyê aboriyê de bi pêş ketiye.
Lîderê ku wekî Sekreterê Giştî yê PKÇ'ê tê hilbijartin, di heman demê de serokatiya dewletê jî dike. Lîderê PKÇ'ê li welat wekî Serokê Komîteya Leşkerî ya Navendî ye û wekî "Ser Fermandar" tê pênasekirin.
Kongreya Gel a Neteweyî ya Çînê, ji berdevkên herêm û eyaletan ên PKÇ'ê pêk tê û hezar 400 wekîl xwe heye, ev salê carekî kom dibin û wekî saziya herî bilind ya welat, xwedî peywir in. Serokdewlet û Sekreterê Giştî yê PKÇ'ê bi dengên van delegeyan tên diyarkirin.
Serokdewletê li welat, li gorî makeqanûnê 10 salan li peywirê dimîne. Lîderê peywira wî tijê dibe, careke din nakare bibe namze.