Di êrîşa li DYA'yê de 17 kes birîndar bûn

NAVENDA NÛÇEYAN - Li eyaleta Arkansasê ya Amerîkayê di kulubeke şevê de êrîş pêk hat û gelek kes birîndar bûn.

Êrîşên di kulubên şevê de û li dijî saziyên şahî û kêfxweşiyê berdewam dikin. Herî dawî li eyaleta Arkansasê ya Amerîkayê li dijî kulubeke şevê êrîş pêk hat. Hat gotin di êrîşê de 17 kes birîndar bûne, kesên birîndar temenê wan di navbera 16-25 salî de ye. Hat gotin ku polîsan bûyer wekî êrîşeke terorî pênase nekiriye

Piştî bûyerê êrîşkar ji herêmê revî.