Hêzên Îsraîlê wekîla fîlîstînî binçav kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Îsraîlê Wekîla Konseya Qanûndanîna Fîlîstînê Halîde Cerrar li Ramallahê binçav kir.

Hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê li Ramallahê bi ser mala Wekîla Konseya Qanûndanîna Fîlîstinê Halîdee Carrar de girtine û ew binçav kirine. Rayedarên Îsraîlê der barê binçavkirina Cerrar de tu agahî neda.

Cerrar girtiyeke berê ye û di nav serok û pêşengên Eniya Rizgariya Gelê Fîlîstînê (FHKC) de cih digire û ji bo girtiyên fîlîstînî yên di girtîgehên Îsraîlê de têkoşînê dide. Di meha Nîsanê ya 2015'an de jî polîsên Îsraîlê bi ser mala Cerrar de girtibû û ew binçavkiribûn. Îsraîl bi pêkanîna "Girtina îdarî" beyî ku tu hincetî bide nîşan, 6 mehan Cerrar di girtîgehê de girtibû, di meha Kanûnê de Cerrar derxistibû dadgehê û bi hinceta "Endama rêxistina ne qanûnî ye û gel sor dike" 15 meh ceza dabûn wê. Piştî cezayê Cerrar qediya bû, di 3'yê Hezîrana 2016'an de hatibû berdan.