NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Îsrîlê yê berê Ehud Olmert bi hinceta bertêl xwariye hatibû girtin û bi şertî serbest hat berdan.
Serokê Îsraîlê yê berê Ehud Olmert bi hinceta bertêl xwariye hatibû girtin, piştî biryara berdaba şertî, serbest hat berdan. Olmert ê 71 salî li Girtîgeha Maasiyahu ya li bajarê Ramleyê ya paytext Tel Avîvê de girtî bû. Olmert 16 mehan di girtîgehê de ma, serbest hat berdan.
Olmert dema Şaredarê Kudusê bû, di sala 2014'an de sûcdar hatibû dîtin. Olmert 6 sal cezayê girtîgehê girtibû, piştra cezayê wî daxistibûn 19 mehan.