NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamentoya Ewropa der barê muzakereyên YE û Tirkiyeyê de biryara rawestandinê da.
Parlamentoya Ewropa, der barê endamtiya Tirkiye ya muzakereyên bi Yekîtiya Ewropa re biryar da ku muzakere bên rawestandin. PE. bi 477 dengan biryara rawestandina muzakereyên bi Tirkiye re da. Di dengdayînê de ji 638 dengan 477 deng ji bo rawestandina muzakereyan hatin avêtin. Bi piraniya dengan biryar hat girtin ku muzakereya bi Tirkiye re bê rawestandin.