NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer yên Amerîkayê "bi şaşî" yekîneyên Artêşa Iraqê bombe kir. Di êrîşê de 90 leşker hatin kuştin û herî kêm 100 leşker jî birîndar bûn.
AHMAD AL-RUBAYE Parlementera kurd: Bo azadkirina êzidiyan Iraq 2 milyar dînar butce veqetand Artêşa Iraqê ragihand ku di êrîşa balafirên Amerîkayê de, 90 leşker hatine kuştin û herî kêm 100ên din jî birîndar bûne. Li gorî daneyên portala Factiniraqê, li wî cihê ku Amerîkayê "bi şaşî" êrîş kirê, bi hezaran amûr û alavên leşkerî derbe xwarin û leşker neçar man ji cihê lê bûn vekişin. Li gorî nûçeyê, hinek leşkerên liqa 9an ji aliyê milîtanên DAIŞê ve dîl hatin girtin.