YEMEN - Leşkerên artêşa Yemenê dema meaşên xwe werdigirtin rastî êrişa xwekujî hatin. Li gorî doneyên pêşî di êrişê de herî kêm 50 leşker hatin kuştin.
Leşkerên artêşa Yemenê dema meaşên xwe werdigirtin rastî êrişa xwekujî hatin. Li gorî doneyên pêşî di êrişê de herî kêm 50 leşker hatin kuştin. Berpirsekî ji Wezareta Navxweyî ya Yemenê, diyar kir ku di êrişa xwekujekî li bajarê Adenê de zêdetirî 50 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Li gorî zanyariyan êrişa xwekujî rêxistina DAIŞê berpirsyariya wê girtiye ser xwe. Ji aliyê din ve li gorî leşkerên hikûmetê diyar kirin, herî kêm di vê êrîşa xwekujî de 70 leşkerên Yemenê hatin kuştin û birîndar bûne. Êrişa xwekujî dema leşkeran bi dorê dema meaşên xwe li pêş bankeya Solbanê ya nêzîk Adenê werdigirtin pêk hat.