RSF û CPJ: Tirkiye di milê rojnamegerê girtî de yekem e

BERLÎN - RSF û CPJ’ê raporên xwe yên salane aşkere kirin. RSF'e di rapora xwe de diyar kir ku di nava welatên cîhanê de Tirkiye di milê rojnamegerên girtî de di rêza yekem de ye. CPJ jî anî ziman ku herî kêm 81 rojnameger li Tirkiye girtîne.

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), rapora xwe ya salane aşkere kir. RSF'ê destnîşan kir ku li tevahiya cîhanê 348 rojnameger girtî ne û li gorî salên borî ji sedî 6 girtin zêde bûye. RSF'ê li Berlinê daxuyanî da û bi taybetî bal kişand ser rewşa Tirkiye. RSF'ê da zanîn ku li Tirkiye piştî hewldana darbeyê zext û zordarî zêde bûne û li Tirkiye zêdeyî 100 xebatkarên çapemeniyê girtî ne. RSF'ê da zanîn ku 41 rojnameger raste rast ji ber karê rojnamegeriyê hatine girtin û wiha got: "Tirkiye welatê ku herî zêre “rojnamegerên profesyonel" girtî ye. Di welatên cîhanê de welatê herî zêde rojnameger girtî di rêza ewil de Tirkiye heye. Li gorî welatên herî zêde rojnameger girtî di rêza yekem de Tirkiye û piştre welatên Çîn, Sûriye, Misir û Îran heye. Di cîhanêde 348 xebatkarên medya girtîne. Ji vana 187 rojnamegerên profesyon in. 146 rojnameger qunçiknivîs e. 15 kes jî xebatkarên medya ye.

TIRKIYE DI RÊZA YEKEM DE YE

Berdevkê RSF'ê Britta Hilpert anî ziman ku li Tirkiye li dijî girtina rojnamegeran seyda pîrebokan hatiye destpêkirin. Hilpert da zanîn ku di serî de li Suriye, Yemen û Irakê bi tevahiya cîhane 52 xebatkarên çapemeniyê hatine revandin û 21 rojnameger di destê DAIŞ'ê dene. Piştî Tirkiye herî zêde li Cînê xebatkarên medya girtî ne. Li Çînê 81 nivîskar bi giştî 103 endamên çapemeniyê girtî ne. Li Misirê jî 27 rojnameger, li Sûriye 28, li Îranê 24 girtî ne. Li Misûlê jî 10 rojnameger di destê DAIŞ'ê de girtîne.

CPJ: TIRKIYE DI RÊZA YEKEMÎN DE YE

Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ- Comittee to Protect Journalists) jî rapora 2016'an aşkere kir. Komîteya ku Navenda wê li New Yorkê ye, di raporê de diyar kir ku di cîhanê de welatê herî zêre rojnameger lê girtî ne Tirkiye ye. CPJ'ê destnîşan kir ku ji lêkolînên salên 1990'an heta niha di tevahiya cîhanê de hêjmara girtiyan derketiye asta herî jor û wiha cih da raporê. "Di sala 1996’an de 185 girti bûn û herî zêde li Tirkiye û Çînê rojnameger girtî bûn.
Di cîhanê de welatên herî zêde rojnameger lê girtî Tirkiye di rêza yekemîn Çîn di rêza duyemîn û Eritre jî di rêza sêyemîn de ye. Li gorî rapora 2016'an li Tirkiye 81 rojnameger girtî ne. Li Tirkiye zêdeyî 100 saziyên çapemeniyê hatin girtin. Herî kêm 81 rojnameger girtî ne. Li Tevahiya cîhanê 259 rojnameger girtî ne. Ji sala 1990'an heta niha herî zêde îsal rojnameger hatine girtin."

CPJ'ê di berdewama raporê de da zanîn ku ji darbeya 15'ê Tîrmehê heta niha zextên li ser çapemeniyê gelek zêde bûne û bi giştî 81 rojnameger girtî ne.