Aqilê tirkiye koç dike

BOON - Vakfa Alexander-von-Humboldt , 46 zanyar û mirovên bi aqil ên jiyana wan di bin talûkeyê de dawetî Enstituyên Lêkolînê yên Alman kir. Di nava van mirovên bi aqil de 21 zanyar ên Tirkiye ne.

Vakfa Alexander-von-Humboldt ku navenda wê li Bajarê Boonê ye daxuyanî da û diyar kir ku girêdayî Hewldana Philipp-Schwartzê ji meha çile û şûnde dê 2 salan li 39 navendên lêkolînê yên Alman mirovên zanyar û bi aqil dest bi peyvira bursiyeran dikin.

DI NAVA 46 ZANYARAN DE 21 JI TIRKIYE NE

Zanyarên ku wekî bûrsiyer ji bo Navnedên Lêkolînê koçî Almanya dikin bêtir ji ber şerê navxweşî jiyana xwe di ewlehiyê de nabînin û koçî Almanyayê dikin. Alimên ku alîkariyê ji Alman dixwazin herî zêde ji Tirkiye koçber dikin. Din ava Bûrsiyerên alim ên alîkariyê ji Alman dixwazin . 21 jê ji Tirkiye, 18 jê ji Sûriye, 3 ji Iraqê, yên din jî ji welatên Tacikistan, Burundi, Yemen û Sudanê nin.

HERÎ ZÊDE ALIMÊN TIRKIYE KOÇ DIKIN

39 xwediyên malên lêkolînê yên Alman ji nava 59 dibistan û navendên lêkolînan hatin hilbijartin. Di meha adarê de ji bo 23 zanyar û alimên Tirkiye û Sûriye malovanî kiribûn.

Hewldana Philipp-Schwartz û Vakfa Humboldt di bin baneya Wezareta Karên Derve ya Alman de dest bi xebatê kir. Enstîtuyên Lêkolînê lêçûna van zanyar û aliman ji saziyên Wezareta Karên Derve û saziyên Robert-Bosch, Mercator, Alfred Krupp von Bohlen pêşwazî dike.

Hewldan navê xwe ji patologê Macar ê eslê xwe Yunan Philipp Schwartz digire. Schwartz, di sala 1919'an de li Budapeşte Fakulteya Tipê xelas kir.Di sala 1928'an de li Zanîngeha Frankfurt M. bû profesorê Enstîtuya patolojik anatomi Di sala 1933'an de ji rêveberiya Nazi reviya û çû Swêdê. Di haman salê de çû Stenbolê û li Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Tıpê wekî profesorê Patoloji û ordinaryusê Enstituya Patolojik Anatomi dest bi kar kir. Di 1953’an de ji Stenbolê koçî Almanya kir u li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Frankfurt M.dest bi xebate kir. Di sala 1954'an de çû Amarîkayê.