NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad got, heke Serokê DYA'yê Trûmp di warê têkoşîna li dijî terorê cidî be, dikare bibe muttefîkê me.
Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad, di televîzyonên rûsî Russîa Today û Rossiya 24'ê de daxuyanî dan. Esad welatên rojavayî bi zimanekî tund rexne kir û derpêş kir ku, derdê welatên rojavayî rizgarkirina terorîsta ye.
Li gor nûçeya Deûtsche Welle'yê, Esad got, ew ê ji niha û şûn ve jî li Helebê, bi awayekî tundtir bi ser dijraberên rejîm de herin û wiha got:"Agirbest nepêkan e." Esad diyar kir ku, ew ê li hemberî kesên teslîm bûne an jî qada pevçûnê terikandine hinekî nermtir nêz bibin. Esad di gotûbêja xwe de diyar kir ku, Serokê DYA'yê Donald Trûmp, dibe bibe muttefîkê rêveberiya Şamê û wih axivî:"Heke Donald Trûmp bi rastî jî wê li dijî terorîzm têbikoşe, ewçax dibe ku bibe muttefîkê me." Diyar kir ku, lê belê DYA'ya ku niha komên Sûriyeyê yên wek "muxalefeta nerm" diwesfîne, terorîst an jî bêtir tund in.