NAVENDA NÛÇEYAN- Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad der barê Trump ê ku bû Serokdewletê Amerîkayê de got ku heke li dijî terorê têbikoşe dê be bibe mutefîkê me yê xwezayî.
Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad ê ku ji kanalekî Portekîzê re axivî der barê Donald Trump ê ku bû di hilbijartinan de bû Serokdewletê Amerîkayê nirxandin kir. Esad peyama "Em hê nizanin ka Trump dê çi bike, ger li dijî terorîstan têbikoşe dê bibe mutefîkê me. Wekî Rûsya û Îranê dê bibe mutefîkên me yên xwezayî" da Trump.