IOM: Îsal zêdeyî 5 hezar penaber di Behra Spî de xeniqîn

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên Rêxistina Penaber a Navdewletî ya Neteweyên Yekgirtî (IOM), îsal 358 hezar penaber bi rêya deryayî derbasî welatên Ewrapoyê bûne û zêdetirî 5 hezar penaberan di deryayê de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), di 2016'an de zêdeyî 5 hezar penaberên di Behra Spî û Behra Egeyê de jiyana xwe ji dest dan. Rêxistina Penaber a Navdewletî ya Neteweyên Yekgirtî (IOM), diyar kir ku îsal hejmara penaberên ku dixwestin derbarî welatên Ewropayê bibin û di deryayê de jiyana xwe ji dest dane zêde bûye. IOM'ê destnîşan kir ku ji 1ê Çileya 2016'an heta 21'ê Kanûna 2016'an 358 hezar penaber bi rêya deryayî derbasî welatên Ewrapoyê bûne. IOM'ê da zanîn ku li gorî hejmara par ji 3'an 1 zêde bûye. Bi mirina 100 penaberên li peravên Sîcilyayê ya pêr re hejmara penaberên ku dixwestin derbasî welatên Ewropayê bibin û jiyana xwe ji dest bidin 5 hezar derbas kir. Li gorî daneyên rêxistinê di sala 2015'an de di Behra Spî û ya Egeyê de 3 hezar û 777 penaberan jiyana xwe ji dest dabûn. Zêdetirê penaberên jiyana xwe ji dest dabûn ji Rojhilata Navîn û welatên Afrîqayê bûn. Zêdetirî welatiyên penaber ji ber şerê li herêmê ji cih û warên xwe koç kiribûn.