NAVENDA NÛÇEYAN - Balafira Rusya ya aydî Wezareta Parastina Rûsyayê ya tîpa Tupolev Tu-154 dema ji bajarê Soçî firiya piştî demekê ji radarê winda bû. Ajansa Nûçeyan a Înterfaxê diyar kir ku balafir ketiye.
Babalafira aydî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ku nêzî 91 hunermend, rojnameger û personelên leşkerî têde bûn, dema ji bajarê Soçî firiya ji holê winda bû.
Çavkaniya Ajansa Rêwîtiya Hewayê ya Rusyaya Federal ku agahî da Ajansa RIA Novostî diyar kir ku balafir ne ya sivil bû. Ajansa Rus Life News jî diyar kir ku balafira ji Balafirgeha Chkalovsky rabû ji bo sotemeniyê li Soçî daket û dema dixwest derbasî Lazkiye ya Sûriye bibe ji holê winda bû.
Ajansa Nûçeyan a Interfaxê ya Rûsyayê diyar kir ku 91 rêwî di balafirê de hene û 83 rêwî û 8 murettebat in. Ajansê Înterfaxê diyar kir ku balafir ketiye.