2 topên hawanê li Sefirxaneya Rûsyayê ketin

ŞAM - Li paytexta Sûriyeyê Şamê 2 topên hawanê li Sefirxaneya Rûsyayê ketin. Hat diyarkirin ku, ji topên hawanê yek jê îsabetî baxçeyê sefirxaneyê ya din jî îsabetî nêzî avahiya sefirxaneyê kiriye.

Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê hat dayîn de, hat ragihandin ku, êrîş têkildarî sabotekirina helwldanên aşitiyê yên li Sûriyeyê ye û wek provakasyonê hat destnîşankirin.