Trump dê 'gelek tiştên' aydî Obama biguherîne

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Serokdewletê Amerîkayê yê nû Donald Trump, Sean Spicer daxuyand ku Trump dixwaze gelek tiştên heyî biguherîne.

Berdevkê Serokdewletê Amerîkayê yê nû Donald Trump ê di 20'ê çileyê de dest bi kar bike, Sean Spicer di daxuyaniya xwe ya televîzyona ABC hat weşandin de diyar kir ku serokdewletê nû dema ku bê li ser karê xwe dê gelek tiştan biguherîne ji bo vê yekê plansaziya wî heye.

Spicer destnîşan kir ku di nava plansaziya Trump de bi biryarnameyên serokdewletiyê ve betalkirina gelek biryarên ku ji aliyê Barack Obama ve hatine girtin heye. Spicer da zanîn ku di nava van de hin gelek rêzikname û sererastkirinên ku ji ber mezinbûna aboriyê asteng e jî heye.