Li Venezuelayê helîkoptera leşkerî winda bû

NAVENDA NUÇEYAN - Hat diyarkirin ku li Venezuelayê helîkoptera leşkerî ku 13 kes têdebûn li herêma daristanên Amazonê winda bû.

Hat ragihandin ku li Venezuelayê helîkoptera leşkerî ku 13 kes têdebûn li herêma daristanên Amazonê winda bû. Wezîrê Ragihandin ê Venezuelayê Ernesto Villegas di daxuyaniya xwe de ragihand ku helîkoptera leşkerî ya aîdî Hêza Çekdar a Venezuelayê ku menşeyê rûsî bû li daristanên Amazonê winda bû û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Ernesto Villegas di berdewamiya axaftina xwe de got: "Xebatên lêgerîna helîkoptera leşkerî ya Venezuelayê bi 8 balafirên kifşê didomin." Lê Villegas derhekê kesên di helîkoptera windabûyî de agahî nedan. Ji aliyê din ve li gorî çapemeniya herêmî, di nava helîkoptera leşkerî de ji 13 kesan 5 jê sivîl in.