Di êrîşa bombeyî de 16 kes mirin

FELÛCE - Li rojavayê Iraqê li navçeya Felluce ya girêdayî bajarê Enbarê bi bombeyê êrîşê dawetekê kirin. Li gorî zanyariyên pêşîn 16 kes mirin, 30 kes jî birîndar bûn.

Ji Fermandariya Operasyonên Enbarê Mîralay Welîd ed-Duleymi got 23 kîlomitro li aliyê başûrê Felluceyê li Amiriyyeyê li hemberî saloneke dawetê bi wesayiteke bombebarkirî êrîş pêk hat. Duleymi diyar kir ku di êrîşê hêzên ewlehiyê di nav de 16 kesan jiyana xwe ji dest da, 30 kes jî birîndar bûn. Tê gumankirin ku di êrîşê hejmara miriyan zêde bibe.