Rejîma Îranê 2 girtiyên kurd darve kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Malpera mafê mirov a Hengaw di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 2 girtiyên kurd li nêzîkî pira şoreşê ya bajarê Serpêl Zehaw ji aliyê saziya dadrêsiya Îranê ve hatin darve kirin.

Malpera mafê mirov a Hengaw di daxuyaniya xwe de diyar kir ku girtiyên kurd S. Kêşmend ku efserê malnişînê hêzên ewlehiyê bû û M. Mihemedî belav ji aliyê Rejîma Îranê ve hatiye darvekirin. Hengav, da zanîn ku ew 2 kesê li gel jineke Îlamê, di havîna borî de bi sucdariya diziya çekdarî li zêringireke bajarê Serpêl Zehaw kirinê û kuştina yek ji endamên hêzên ewlehiyê ve hatibûn girtin û cezayê darve kirinê li wan hatibû birîn.

Li Îranê di 8 rojên îsal de 16 girtî hatine darvekirin û ji wan 4 jê kurd in.