Serokomarê Îranê yê berê Rafsancanî jiyana xwe ji dest da


NAVENDA NÛÇEYAN
- Serokomarê bere û Serokê Konseya Teşhîsa Maslahata Pergalê (DMTK) Îranê Haşîmî Rafsancan piştî krîza dil derbas kir, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çapameniya Îranê Serokomarê bere û Serokê Konseya Teşhîsa Maslahata Pergalê (DMTK) Îranê Haşîmî Rafsancan piştî derbaskirina krîza dil li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Hate zanîn ku rewşa Rafsancanî piştî derbaskirina krîza dil derbas kir û mir. Jamal Mousavî ku bo BBCyê li Îranê bername amade dike, li ser hesaba xwe ya twitterê daxuyand ku Rafsancanî, krîza dil derbaskiriye û li Tehranê jiyana xwe ji dest daye. Elî Ekber Haşîmî Rafsancanî di sala 1934an de li Îranê jidayîkbûye û di navbera salên 1989-97an de Komara Îslamê ya Îranê de serokomartî kiriye.