NAVENDA NÛÇEYAN - Li Macaristanê ji ber sir û seqema zêde 80 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Macaristanê ji ber sir û seqema zêde 80 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meterolojiyê ya Macaristanê pêla sermayê zêde bû û sala 1985'an derbas kir. Yekem car pîleya sermayê kete binê -26.5'an û reqor şikand. Hat diyar kirin ku pêla sermayê di 8'ê Çile de li herêma Peşte daket binê -28.1'an. Ji aliyê din ve Foruma Civakî ya Macaran di daxuyaniya xwe de ragihand di nava çileyê îsal ji payîzê hetanî dawiya berfenbarê 80 kes qefilîn û ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Li gorî zanyariyên forumê, 20 ji wan li kolanan, 27 jê li malen xwe û 33 ji wan di rê de dema radikirin nexweşxaneyan digel hemû mudexaleyan jiyana xwe ji dest dan.