DYE: Divê PYD li ser maseya çareseriyê amade be

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYE Mark Toner destnîşan kir ku divê kurd li ser maseya hevdîtinan a Sûriyeyê amade bin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYE’yê Mark Toner derbarê geşedanên li Rojhilata navîn û rola kurdan de nirxandinên girîng kirin. Toner ku di civîna çapemeniyê ya rojane de axivî diyar kir ku di pêvajoya aştiya Sûriyeyê de, nêrîna DYE’yê ya ku divê Neteweyên Yekbûyî (BM) pêşngiyê aştiyê bikin û ev riya yekane ye, ne hatiye guhertin.

Toner, bi lêv kir ku divê komên di nava pêvajoyê de ne û gelê Sûriyeyê biryarê bidin ku kî tevlî hevdîtinan bibin, ger pêwîstî bi aşkerakirina pozîsyona wan hebe; mîna hemû Sûriyeyiyan divê Kurd jî li dora vê maseyê hebin.

Toner ji mijara tevlîbûna PYD'ê ya hevdîtinan re jî wiha got: “Ev bi endamên Koma Desteka Sûriyeyê ya Navneteweyî (ISSG) re jî hatiye nirxandin. Ger em nirxandineke rasteqîn li ser daneyan bikin ev derdikeve holê: YPG hêzek li ser rûyê erdê ye, komeke xwedî temsîliyetê ye û di çareseriya demdirêj a pirsgirêka Sûriyeyê de pêwîste dengê wan bê bihîstin. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk, ev yek li gorî ruhê pêvajoyê ye ku rê li ber debasbûneke polîtîk a ji aliyê hemû Sûriyeyiyan ve bê qebûlkirin.”